Çîroka "Mihemed Hesen Umer"... Bicîbûna xewnê û bidestxistina nasnametiyê

Li dawiyê "Mihemed" xewna xwe bi cî anî û nasnametiya Sûriyê bidest xist, lê piştî rêderdiyeke ku bi salan dirêj kir, ji ber ku ew yek ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî ye, û ji mafê xwendinê, arzîtiyê, û hilbijartinê bêpar bû, tiştê ku bandoreke neyênî li jiyana wî kir.

Di sala 1978an de, "Mihemed Hesen Umer" li bajarê Serê Kaniyê jidayik bûye, bi jin e û sê zarokên wî hene, û ew di meha Pûşperê ji 2018an de bû xwedî nasnametiya Sûriyê, ji piştî ku ew û malbata wî, a ku ji derdora (30) kesî ve pêk tê, ji Kurdên Sûriyê yên bê nasnametî bûn, û bi taybet ji beşê mektûman bûn, ku di vê barê ji lêkolînerê ser erdê "gerok" li ba Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di Tîrmeha sala 2018an de got:

"Me gelek salan hewl da ku em bibin xwedî nasnametî, lê bê sûde bû, û piştî derxistina biryara taybet bi dana nasnametiyê bo ejnebiyan di sala 2011an de, me dîsa hewl da ku em kaxezên xwe bişopînin, lê ji me re gotin ku ev biryar taybet bo ejnebiyan e, û mektûman li xwe nagire, vêca em li ser rewşa xwe a berê man, ta bi sala 2018, ku ji piştî kedeke dûdirêj me karî ku em xwe wekî ejnebî tomar bikin, û bi duvre me kaxezên xwe bo bidestxistina nasnametiyê pêşkêş kirin, û hatin pejirandin, û niha min deftera xwe a malbatî wergirt, û min hevjîna xwe û zarokên xwe tê de tomar kirin, lê derketina nasnameya kesayetî dê çend mehan dirêj bike, di piştre ez ê parêzerekî bigrim da ku tevahiya erd, tirimbêl, û malûmilkên min ser navê min tomar bike, çi ku tevahiya malûmilkên malbata me hîn li ser navê dayika min e, a ku xwedî nasnametiya Sûriyê bû, û ji sala 2000an ve çûye ber dilovaniya Xwedan, û ez nizanim bê wê çi astengî di vê barê de têkevin riya me de, lê helbet wê ji astengiyên berê ne pîstir bin, dêmek berê mafê min tune bû ku ez di keşteyê giştî de kar bikin, û di keşteyê taybet de jî ,û tevî ku kar bi dest min diket, lê beranberî mûçeyekî hindik bû, ji ber ku ti belgeyên min yên kesayetî tune bûn, herwiha berê mafê min tune bû jî ku ez bibim xwedî erd, mal û tirimbêl, lê niha piştî ku ez bû hemwelatî "xwedî nasnametî" dê rewş çêtir be".

Hêviya Mihemed ew e ku zarokên wî xwendina xwe berdewam bikin û tevahiya mafên xwe yên civakî bi dest bixin, da ku weke wî û tevahiya endamên malbat wî rêderdiyan nekişînin, dêmek ji ber rewşa wî a yasayî ya berê wekî yek ji Kesên bê nasnametî, Mihemed ji gelek mafên xwe, û nexasim mafê xwendinê bê par bû, û di vê barê de got:

"Em pênc bira ne, û kesekî ji me   xwendina qonaxa seretayî derbas nekir, û min ta bi pola şeşan xwend, lê bavê min xwendina min sekinand, da ku ez alîkariya wî di çandiniyê de bikim, dêmek me erdên çandiniyê kirê dikirin, û em wekî cotkar tê de dixebitîn beranberî rêjeyeke sûdeyê ji xwedanê erd, herwiha me zarokên xwe li dibistanê bi riya pelikeke bicihbûnê ji keyê taxê "muxtar" tomar dikir, û di warê tenduristî de, mafê me tune bû ku em li nexweşxaneyên giştî bên dermankirin, û tê bîra min ku di sala 2000an de, kurê birayê min "Mihemed Fesîh Hesen" bi nexweşiya penceşêra xwînê ket, vêca xalê min "yê ku xwedî nasnametî bû" neçar ma ku wî li nexweşxaneya "Miwasat" li Şamê ser navê xwe tomar bike, û bi mehan pê re bimîne ji bo ku bê derman kirin, û ji ber ku ti belgeyên me yên kesayetî tune bûn, me nikarîbû ku em serdana wî bikin, dêmek karmendên nexweşxaneyê jî wekî gelekan ji xelkên Sûriyê nizanîbûn ku ejnebî û mektûm tên çi wateyê, û wan guman dikirin ku em ji welatekî din hatine. Rêderdiya me dûdirêj e, ji lewre ez naxwazim ku zarokên min heman rêderdiyê bibînin".

Ti mafên malbata Mihemed yên sivîl û siyasî berî sala 2018an tune bûn, ji lewre ku wan gelek astengî di jiyana xwe de dîtin, ku ji Sûriyên bo Rasteqînî û Dadmendiyê re, di vê barê de got:

"Mafê me tune bû ku em xwe di hilbijartinan de bidin pêş, an dengê xwe bidin, ji ber ku ti belgeyên me yên kesayetî tune bûn, lê ya ji vê pîstir ew bû, ku bi ser de jî me nikarîbû ku em derkevin ji derveyî Sûriyê, û hindirê Sûriyê rûberê bi tenê bû, yê ku em dikarîbûn tê de bigerin, herwiha me nekarîbû ku em li xewxaneyan razên, ji ber ku ti belgeyên me yên kesayetî tune bûn. Ji aliyekî din ve, zewaca min li gor ayîneta "şerî'eta" Islamê hate birîn, û li ba dadgehê nehat tomar kirin, û zarokên min netomarkirî bûn, û raste ku min niha deftera malbatî bidest xist, lê ev yek piştî pazde salan ser zewca min e".

Bi nerîna Mihemed ku jêbartina "te'wîda" Kurdên Sûriyê yên ku bê nasnametî ne ne mijareke hêran e, lê gelekî pêwîst e, û di vê barê de got:

"Dema ku ez şagirtê pola şeşan bûm, hevalên min yên dibistanê tevlî komezîgeha pêşengên Ba's li bajarê Hisiçayê bûn, lê birêveberê dibistanê nehişt ku ez jî tevlî wan bibim, ji ber ku ez bê nasnametî bûm, û ev yeka hişt ku ez gelekî xemgîn bibim, çi ku şagirtên ejnebî û yên mektûm ji tevahiya çalakiyên ku li dervî dibistanê çêdibûn dihatin dûrxistin, ji lewre ez pêhest dibûm ku ez kêmim, herwiha piştî ku ez mezin bûm jî, min fedî dikir dema ku min erdek an tirimbêlek dikirî, ji ber ku min nikarîbû ku wê ser navê xwe tomar bikim, û ez neçar dibûm ku ser navê dayika xwe, an hevjîna xwe tomar bikim, û tiştekî din jî heye ez dixwazim bêjim, ku xortên ejnebî û yên mektûm bêhtir dixwestin ku bizewicin keçeke hemwelatî "xwedî nasnametiya Sûriyê", da ku karibin malûmilkên xwe ser navê wê tomar bikin. Ev tişt nayên jibîr kirin, ku ti kesî ji me bekeloriya nexwend, û zanîngeh nedît, ji ber ku tevahiya xelkê ji me re digotin: "çi we û xwendinê?, ew bi kêrê we nayê". Ez dibêjim qey jêbartina "te'wîda" me tiştekî zêde dijwar e, ji ber ku em amade bûn gelekî bidin da ku bibin xwedî nasnametiya Sûriyê, lê çare bi nerîna min ew e, ku divê nasnametî bo tevahiya mektûman bê dan, çi ku gelek ji wan hîn bê nasnametiya Sûriyê ne, herwiha divê ku xortên wan ên ku temenê wan zêdeyî 19 salan e, xizmeta leşkerî "eskerî" li wan nekeve, û jê bêguneh bin".

Tags
Stateless al-Hasakah Census 1962 Stateless Kurds of Syria

Related posts

comments

    Sorry there is no comment right now (be the first one commenting on this news)

LEAVE A COMMENT